Cotmeh 04, 2021 19:15 Asia/Tehran
  • Sersaxî ji bo rehleta pêxemberê hêja yê îslamê (S) û şehîdbûna Îmam Hesen (S)

Îrana Îslamî di şeva koça dawiyê ya pêxemberê hêja yê îslamê , hezretê Mihemed (S) û şehîdbûna hezretê Îmam Hesenê Micteba (S), îmamê duyem ê şîeyên cîhanê, di nava keser û xemê da ye.

Sibê anku Sêşemî 28`ê meha Seferê ya sala 1443an a Koça Heyvî beranberî 5ê Cotmeha 2021ê, salvegera Koça dawiyê ya Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) û şehîdbûna Îmam Hesenê Micteba (S) îmamê duyem ê Şîeyên Cîhanê ye.

Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) heta berî rehleta xwe di sala 11an a Koça Heyvî  bi hestbarî, hukm û babetên Şerîeta Nebewî bi şêwazên baş û di eynî demê da bihêz û ron şirove kirin û li warê berbelavkirin û weşandina talîmatên bi heq ên dîn û pêşvebirina wî bi baştirîn awayî xebitî.

Hezretê îmam Hesenê Micteba (S), jî ku derdora sîh salan digel bavê xwe yê hêja, hezretê Elî ibnê Ebî Talib (S), îmamê yekem ê şîeyên cîhanê bû, di 28`ê meha Sefera sala pêncî ya Koça Heyvî di temenê 47 saletiyê da li ser fermana Muawiye û bi destê jina wî jehr pê hat xurandin û şehîd bû.

Saziya Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji ber gihîştina salvegera rehleta pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Mihemed (S) û şehîdbûna hezretê îmam Hesenê Micteba (S) sersaxiyê dide tevahiya misilmanên cîhanê.

 

 

Serepeyv