Cotmeh 03, 2021 14:40 Asia/Tehran
  • Fermandarê gişt hêzan: Rêkara bûyerên bakurê rojavayê Îranê, pêşîlêgirtin li destwerdana artêşên biyanî li van welatan e

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li merasima Bidawîhatina Perwerdehiya hêzên çekdar tevî amajeya bi meseleyên welatên cînar li bakurê rojavayê welêt, destnîşan kir: Rêkara bûyerên bakurê rojavayê Îranê pêşîlêgirtin li destwerdana artêşên biyanî li van welatan e.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û Fermandarê gişt hêzan îro (Yekşemî) di têkiliya vîdyoyî digel Merasima hevpar a Bidawîhatina Perwerdehiya xwendekarên Zanîngehên Efseriyê yên hêzên çekdar li Zanîngeha Efserî ya Îmam Husên (S), ev hêzên pirr şanazî wek "Keleha qahêm a Ewlehiya gelê serbilind ê Îranê û welatê bihêz û ezîz" da zanîn.

 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Destwerdana biyaniyan li navçeya me sebeba nakokî û ziyanê ye û hemî mijar û bûyer divê bêyî destwerdana biyaniyan û bi mînakwergirtina welatên navçeyê ji iqtidar û aqilmendiya Îranê û hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bên çareserkirin.

Hezretê ayetullah Xamineyî ewlehî wek binavahiya sereke ya tevahiya çalakiyên pêwîst jibo pêşketina welêt da zanîn û tevî girîngzanîna pêkhatina ewlehiyê bêyî palpiştiya bi biyaniyan, got: Ev mesele helbet jibo gelê Îranê asayî ye, lê welatên cûrbicûr heta welatên ewropî ji ber vê pirsgirêkê renc dikişînin.

 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bal kişande ser gotinên van rojan ên di navbera Ewropa û Amerîkayê da û got: Hin welatên ewropî kiryara Amerîkayê wek xencera ji paş va dan zanîn û wan bi awayekî got ku Ewropa divê bêyî palpiştiya bi NATOyê û di rastiyê da bi Amerîkayê, bi awayekî serbixwe ewlehiya xwe dabîn bike.

Hezretê ayetullah Xamineyî, ragihand: Dema ku welatên ewropî ji ber palpiştiya bi Amerîkayê, yanî welatê ku li dijî Ewwropayê jî nîne, di warê pêkanîna ewlehiya mayînde da hesta kêmasiyê dikin, hesaba welatên din ku hêzên xwe yên çekdar xistine bin kontrola Amerîka û aliyên din ên biyanî, diyar e.

Fermandarê gişt hêzan, dabînkirina ewlehiyê bi palpiştiya kesên din tenê wek wehm û xeyalek da zanîn û got: Kesên ku tûşî vê wehmê bûne, dê bi zûtirkê sîleha wê jî bixwin, ji ber ku destwerdana rasterast an nerasterast a biyaniyan di ewlehî û şer û ceng û aştiya her welatekî da, karesateke diltezîn e. 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derketina artêşa bipergal û bêyî morala exlaqî û manewî ya Amerîkayê ji Efxanistanê mînakeke ji encamên iqtidara rûvekî û nerast da zanîn û got: Amerîkiyan 20 salan jibo hilweşandina Talibanê êrîşî ser Efxanistanê kir û di vê dagirkeriya demdirêj da, gelek kuştin û cinayet û ziyan û zirar pêk anîn, lê piştî vê berdêla madî û însanî, desthilat radestî Talibanê kir û derketin ku ev rstî jibo hemî welatan cihê derswergirtinê ye.

 

Fermandarê gişt hêzan destnîşan kir: Ew dîmenên Halîwûdî ji artêşa Amerîkayê û welatên mîna wê, tenê şano ye, ji ber ku pênaseya wan a rastîn ev tişt e ku li Efxanistanê hat dîtin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî nefreta gelê rojhilatê Asyayê ji artêşa Amerîkayê bi bîr xist û got: Amerîkî li her derê mudaxile bikin, dikevin ber kîn û nefreta gelan.

Fermandarê gişt hêzan destnîşan kir: Xêr û selaha navçeyê ev e ku hemî welat xwedan artêşeke serbixwe û palpişt bi gelê xwe û hevgirtî digel artêşên welatên cînar bin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Artêşên navçeyê dikarin ewlehiya navçeyê dabîn bikin û nabe ku rê bidin ku artêşên biyanî ji bo parastina berjewendiyên xwe, mudaxile bikin an hebûna wan a leşkerî hebe.

 

Serepeyv