Cotmeh 03, 2021 12:39 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Hêzên çekdar ên Îranê dîwarê qahêm li hemberî gefên dijwar ên dijminan in

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Hêzên me yên çekdar dîwarekî qahêm û mertala berevaniya welêt li hemberî gefên dijwar ên dijminên derveyî û navxweyî ne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Merasima bidawîhatina heyama perwerdehiyê ya xwendekarên zanîngehên efseriyê yên hêzên çekdar li Zanîngeha Efserî û Perwerdekirina Pasdaran a Îmam Husên (S) hat lidarxistin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi riya têkiliya vîdyoyî beşdarî vê merasimê bû û jibo xwendekar û efseran axivî.

Fermandarê mezin ê gişt hêzan di vê merasimê da got: Şanaizya hêzên me yên çekdar ev e ku hêzên çekdar li welatê me yê ezîz dîwar û keleheke qahêm jibo welat û gel in.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha got: Roja îro rêxistinên hêzên çekdar, artêş, sipah, hêza Intizamî, Besîc bi wateya rastîn a peyvê, mertala berevaniyê li hemberî gefên dijwar ên dijminên navxweyî û derveyî ne.

Wî got: Ewlehiya welatekî jibo hemî çalakiyên di rioya pêşketinê da, binavahiya sereke ye! Ewlehî mijara herî girîng e ku di nêrîna li hêzên çekdar da divê were berçavgirtin.

 

 

Serepeyv