Parêzgeha "Buşehrê" a başûrê Îranê ji ber erdheja 5,2 Rîşterî hejiya
Cotmeh 01, 2021 14:42 Asia/Tehran
Îro înê di saet 04:45:21 ser dema Îranê de li bendera Genavê ya parêzgeha Buşehrê ya li başûrê Îranê erdhejek bi mezinahiya 5.2 pileyên Rîşter hejiya.
Li gorî rapora IRNA`yê, erdhej 10 kîlometre di kûrahiya erdê de çêbûye.
Navenda erdhejê hêla 29,75 Panatiya Jeografî ya bakur û 50,49 dirêjahiya Jeografî ya rojhilatê ye.
Derbarê ziyanên canî û madî de hêj ti agahî nehatine bidestxistin.
Bendava Genaveh yek ji bajarên parêzgeha Buşehrê û navenda bajarê Genaveh e.