Îlon 30, 2021 12:35 Asia/Tehran
  • Emîr Heyderî: Şerezmûna

Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Şerezmûna Fatihên Xeyberê li navçeya bakurê rojavayê Îranê dê were lidarxistin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Artêşa Îranê, Emîr sertîp  Kiyomers Heyderî, Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Şerezmûna Fatihên Xeyberê bi beşdariya hejmareke yekîneyên hêa bejahî ya artêşê, sibe a nku Îniyê  dê li bakurê rojavayê Îranê were destpêkirin.

Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Şerezmûna Fatihên Xeyberê bi beşdariya yekîneyên zirêhî, topxane, dron (baleffirên bêmirov), cenga elektronîk û bi piştevaniya agirê helîkopterên Hewanîrûzê (beşa asimanî ya hêza bejahî) dê sibe li bakurê rojavayê Îranê dest pê bike.

Li gorî gotina Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Ev şerezmûn bi beşdariya beşeke amûr û şiyanên cengî yên yekîneyan û bi armanca xurtkirina amadetiya cengî li vê navçeyê dê were lidarxistin.

Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Şerezmûnên hêzên çekdar li vê navçeyê û deverên din ên welêt li gorî plandarêştina deqîq û li gorî demajoya cihanîna şerezmûnên yekîneyan û bi armanca ceribandina çek, amûrên şêrr û nirxandina amadetiya şêrr a hêzên çekdar di her qadeke erdnigarî û kerwşena Îranê pêk tên.

Serepeyv