Îlon 29, 2021 12:03 Asia/Tehran
  • Bi hukmê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî; Peyman Cibillî wek Serokê Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê hat tayînkirin

Bi bidawîhatina heyama berpirsiyariya Elî-Eskerî li Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê, Hezretê ayetullah Xamioneyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi hukmekî Peyman Cibillî wek serokê vê rêxistinê tayîn kir.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Di hukmê Hezretê ayetullah Xamineyî da hatiye: Medyaya neteweyî zanîngehek jibo xurtkirina asta agahî û merîfeta gelemperî û meydanek jibo sekinîna li hemberî pêlên dijminane yên herifandin û komplogeriyê û sitargehek ji bo behrewergirtina çav û dilê hemiyan ji dîmenên bedewî û hunerî û biryargehek ji bo belavkirina hêvî û geşatiyê di atmosfera gelemperî ya welêt e.

Wî her wiha ragihand: Rênîşandana çandî, xurtkirina moral û hesta pênaseya neteweyî û înqilabî, rewacdana şêwaza jiyana îslamî-îranî, û zêdekirina hevgirtina neteweyî, hin yekemayetî û ewiliyet in ku divê hûn bi xurtkirina sermiyana mirovî û pêşxistina kualîteya bernameyan û behrewergirtina ji dahêneriyê û bi hewildana şev û rojî wê yekê bi dest bînin.

 

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vî hukmî da sipasiya hewildana bêrawestan a Elî-Eskerî di heyama berpirsiyariya wî da kir û ji bo Peyman Cibillî hêviya serketinê ji Xwedayê mezin kir.

 

Serepeyv