Xetîbzade: Lidarxistina tetbîqatan li ser sînorê bakurê rojava mijarek rêveberiyê ye
Berdevkê wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir ku tedbîqat û rahênan li deverên sînorî yên bakurê rojava mijareke navxwe ya rêveberiya Îranê ye ku ji bo ewlehî û aramiya tevayiya navçê cih tê û destnîşan kir: Komara Îslamî damezrîna Rejîma Siyonîst nêzîkî sînorê xwe tamul nake û her pêngavek ku ji bo ewlehiya xwe pêdivî bizane cih tîne.
Li gor Dayireya Ragihandin û Medyayê ya Wezareta Derve, Berdevkê wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di bersiva nûçegihanan de derbarê gotinên serokê Komara Azerbacanê de got:Di rewşa ku têkiliyên baş û bi rêzdarî di navbera du welatan de heye û riyên normal ên pêwendî û têkeliyên navbera du welatan di asatên jorînd hertim vekirî ne, gotinên wiha her kesî ecêbgirtî dike.
Berdevkê wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Di vê mijarê û mijarên din ên pêwendîdar de, di hevdîtina herdu wezîrên derve yên Îranê û Komara Azerbaycanê li kêleka rûniştina dawîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê de, şêwrên cidî û berfireh hatin kirin û hat destnîşankirin ku hevdîtin di çarçoveyek guncaw de berdewam bikin.
Xetîbzade di dewamê de bi bîr xist: Komara Îslamî ya Îranê hertim dijberiya xwe li hember her dagirkirina xakê nîşan daye û tekezî li ser rêzgirtina ji yekparçetiya axa welatan û sînorên naskirî yên navneteweyî kiriye. Di heman demê de, berçavgirtna cîanartiya baş û bi aştî yek ji wan mijarên herî girîng e ku tê çaverêkirin ku ji hêla hemî cînaran ve were berçavgirtin.
Berdevkê wezareta Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha derbarê tetbîqatên ku ji hêla welatê me ve li deverên sînorî yên bakurê rojavayê cih hatiye tekez kir: Eva mijareke navxwe ya rêveberiya Îranê ye ku ji bo ewlehî û aramiya tevayiya navçê cih tê. lê bê guman, eşkere ye ku Komara Îslamî ya Îranê ti caran hebûna Rejîma Siyonîstî li nêzîkî sînorên xwe herçend ku formalîte jî bibe qet tehemûl nake û di vî warî de, ji bo ewlehiya neteweyîya xwe çi hewce bike, wê bike.