Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê gihêşt Moskowê
Îlon 28, 2021 14:01 Asia/Tehran
Alîkarê serokomar û serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Muhemed Îslamî vê sibehê di çarçova serdaneke fermî de gihêşte Moskowê.
Li gor IRNAyê, Alîkarê serokomar û serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Muhemed Îslamî ji bo gotûbêja bi hevpîşeyê xwe yê Rûs re Alexei Likhachev, serokê Companya Rûs-Atomê, îro gihêşt Moskowê paytexta Rûsyayê û ji aliyê sefîrê Îranê li Moskowê Kazim Celalî û endamên balyozxana Îranê û rayedarên Kompanya Rûs Atomê ve hat pêşewazîkirin.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li serdana xwe ya Moskowê wê guhertin û geşedanên herî dawiyê di warê hevkariyên Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û Kompaniya Rûs Atomê degotûbêjê bikin.