Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 289 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 119 hezar û 649 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Duşemê 27 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 14 hezar û 470 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 2 hezar û 219 kes di nexweşxanan de hatin razandin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 547 hezar û 990 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 966 hezar û 98 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî amarên fermî yên welatên cîhanê, vîrûsa korona zêdetirî 232 mîlyon kes li çaraliyê cîhanê tûşî xwe kirine û zêdetirî 4 mîlyon û 763 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 jiyana xwe ji dest dane.