Emîr-Ebdullahiyan bi komek xwendekarên îranî yên ku li Almanya dijîn re hevdîtin pêk anî
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê “Husên Emîr-Ebdullahiyan” di vegerê de ji New Yorkê, şeva Yekşemê li riya vegerê ji New Yorkê bi komeke Îraniyên bijare û xwendewar ên ku li Almanyayê di warên curbicur ên zanistî, derman, bazirganî û aboriyê de dijîn re hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora IRNA`yê, “Husên Emîr-Ebdullahiyan” di vê civînê de ji bo rêzgirtin ji Erbeyîna Huseynî û bîranîna şehîdên Kerbelayê û Îmam Husên (S), mêrxasiya wan xaleke berbiçav li rûbirûbûna heq û neheqiyê li seranserê diroka mirovahiyê da zanîn.
Emîr-Ebdullahiyan, dema ravekirina fermana Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara çareseriya bingehîn a pirsgirêkên îraniyên derveyî welat û hêsankirina karên wan bi bîr xist ku serokê dezgeha dadwerî û serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê jî ser vê mijarê tekez dikin.
Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez li ser wê yekê kir ku civaka îraniyan li her dera vê cîhana berfireh bi her selîqeya xwe, hebûna wan her dem ji bo Îranê pir girîng û bi feyde ye û got: Li her cihê ku qala îraniyan tê kirin, îlimdarê femdarî û zanatiye wan a çandî û zanistî xuya dibe.
Emîr-Ebdullahiyan di dawiyê de tevî tekezkirina ser siyaseta cînartiya baş û seiyseta pêşdîtina herêm û Asyayê, bernama siyseta derve ya Îranê di vê dewrê de hevseng û li ser bingeha berfirekirina têkiliyan bi gişt welatan re hesiband.
Komek îranîyên ku di civînê de amade bûn jî xal û pêşnîyarên wan hebûn ku ji alîyê Wezîrê Karên Derve ve bi taybetî hatin nirxandin û biryar hat girtin ku werin şopandin.