Îlon 26, 2021 16:28 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Îranê: Stratejiya dijminan a kontrolkirina hêza berevaniya mûşekî ya Îranê dê ser nekeve.

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê got: Dijmin di kontrolkirina hêza berevanî û leşkerî ya Îranê, nemaze hêza berevaniya mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê ser neketine.

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê got: Dijmin di kontrolkirina hêza berevanî û leşkerî ya Îranê, nemaze hêza berevaniya mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê ser neketine.

Emîr sertîp Muhemedreza Aştiyanî, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê roja Yekşemiyê di nivîsarekê da bi boneya Hefteya Berevaniya Pîroz, ragihand: 41 salan piştî êrîşa rejîma Beis a Sedam li ser Komara Îslamî ya Îranê, roja îro em li nuqteyeke dîrokê rawestiyane ku heta welatên hêzxurt jî weswasa şeytanî ya êrîşa ser vê axê bo hertim ji mejiyê xwe derxistine.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Îranê got: Di yekemîn rojên piştî destpêbûna şerê sepandî da, artêşa qehreman bi bikaranîna hêza asimanî ya bihêz karî nîşanî dijmin bide ku bi êgir lîstiye. Lê di qada operasiyonê da rastî ev bû ku hemî aliyên biyanî her riyek jibo berfirehkirina hêza berevaniyê ya artêşa Beisê bi kar anîbûn û her karek jibo kontrolkirina şiyana leşkerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi kar anîn.

 

 

Serepeyv