Îlon 25, 2021 09:57 Asia/Tehran
  • Zengila Sala nû ya Perwerdehiyê li Îranê hat lêxistin

Zengila Sala nû ya Perwerdehiyê li Îranê (1400-1401) bi beşdariya Serokê Komara Îslamî ya Îranê li dibistaneke Şehrê Rêyê li başûrê Têhranê jibo 16 miliyon xwendekaran hat lêxistin.

Li gorî rapora Iran Pressê, Seyid Îbrahîm Reyîsî îro (şemî) bi amadebûna li dibistana şehîd Fûladger a Salih Abada Şehrê Rêyê zengila Sala nû ya Perwerdehiyê li Îranê lêxist.

Xulamhusên Îsmaîlî Serokê Ofîsa Serokomartiyê, Elîreza Kazimî sergêrê Wezareta Perwerdehiyê di vê merasimê da beşdar bûn.

 

Li gorî raporan heta roja 30ê Şehrîverê (22ê Îlona 2021ê), di qonaxa eretayî da heşt miliyon û 504 hezar û 815 kes, di qonaxa navîn a yekem da sê miliyon û 396 hezar û 573 kes û di qonaxa navîn a duyem da du miliyon û 467 hezar û 711 kes hatine tomarkirin û bi giştî 14 miliyon û 369 hezar û 99 kes hatine navnivîsandin.

 

Serepeyv