Îlon 24, 2021 23:58 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Wezîrê Karên Derve yê Îranê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî yekalîbûnê bikevin tevgerê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî Îranê got: Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji civaka navneteweyî xwest ku li dijî yekalîbûnê tevbigere.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî Îranê Sîd Xetîbzade di Twittekê de nivîsî: "Di sêyemîn roja civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (duh) de, Wezîrê Derve yê Îranê bi hempîşeyên xwe yên ji Nîcerya, Îtalya, Danîmarka, Qirgizîstan, Sirbîstan û komara Azerbaycan, Ermenistan, Nîkaragua û Sîngapûr re civiya û bi wan re axivt.".

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha linivîsiye: "Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan, di hevdîtinên cuda de bi Serokê Civata Giştî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re jî axivt û ji civaka navneteweyî xwest ku li dijî yekalîbûnê gavan bavêje."

Serepeyv