Îlon 24, 2021 23:46 Asia/Tehran
  • Reîsî: Pêdivî ye ku hinardekirina ji bo Iraq û welatên cîran were berfireh kirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: "Pêşxistina hinardeya bo Iraqê û welatên cîran pêwîst e û di vî warî de, divê binesazî werin amadekirin."

Li gor IRNAyê Serokê Komara Îslamî ya Îranê, seyd Îbrahîm Reîsî îro di nav zanyarên olî, bijare û malbatên şehîd û  cangoriyên parêzgeha Îlamê (rojavayê Îranê) de wiha got: Nabe ku para Îranê ya hinardekirinê bo welatên herêmê sedî dudu bibe û divê ji 20 mîlyar dolarî bigihêje sedî 40 heta 50 milyar dolaran ku eva bi çalakî û xebata Cîhadî ya lezgîn mimkun e.

Reîsî bal kişand ser 430 Km sînorê bejahî navbera parêzgeha  Îlamê û welatê Iraqê ê tekez kir: Sînor ne gefek e, lê ji bo têkiliyên navbera gelên Îran û Iraqê derfeteke baş e, Belkî eva ji bo gelê Îlamê jî ku bi gelên Iraqê re xwedî koka çandî, bawerî û fikrî ne,derfeteke pir baş e.

Serokê Komara Îslamî ya Îran her wiha daxwaza damezrandina koma xebatê ya huqûqî û aborî di navbera Îran û Iraqê de, bi taybetî di navbera parêzgeha Îlamê û parêzgehên cîranên wê yên Iraqê kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên hinardekaran.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di çaremîn gera xwe ya parêzgehên welêt de vê sibê (Înê) gihîşt Îlamê.

Serepeyv