Îlon 24, 2021 17:16 Asia/Tehran
  • Reîsî li Îlamê: Kilîta pêşkeftin û serfiraziya welat hebûna morala şoreşgerî û seferberiyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî ku îro di berdewamiya serdanên xwe de bo parêzgehên welêt, serdana parêzgeha Îlamê kiriye tekez kir: Kilîta pêşkeftin û serfiraziya welat hebûna morala şoreşgerî û seferberiyê ye.

Îbrahîm Reîsî li Firokexaneya Îlamê ji aliyê Nûnerê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li parêzgeha Îlamê Nûr Kerîmîtebar, Parêzgarê Îlamê Mihemed Nozerî, parlamenterên Îlamê yên di parlamenta Îranê de û hejmarek ji rayedarên din ên wê parêzgehê ve hat pêşwazîkirin.

Li gor medyaya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî di serdana yek rojî ya xwe de bo Îlamê, dê serdana çend projeyên aborî û çandiniyê yên wê parêzgehê bike û herwiha dê li gel berpirsên wê parêzgeha Rojavayê Îranê bicive.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro Înê li parêzgeha Îlamê kilît û razê pêşveçûn û serketina welêt meşiyana di riya şehîd û cangoriyan û paratina morala seferberiyê, dilpakî û cihadî da zanîn û got: Peyama şehîdan ew e ku em nehêlin îdealên şoreşê di civakê de kêmreng bibin û dadperwerî û rûmeta neteweya Îranê bin pê bikin.

Reîsî di serdana xwe ya parêzgeha Îlamê de ku serdana wî ya çaremîn bo parêzgehên welêt e li Cihgeha Bîranîna Şehîdên Qelawîzanê got: Eva cih û şûna canfîdayî, şehadet, piştgermiya bi alîkariya Xwedê teala, sozdarî, dildayîna bo Îslamê û parastina nirxên Şoreşa Îslamî ye.

Îro Serokê Komara Îslamî ya Iranranê di çaremîn serdana xwe ya parêzgehên welêt de gihişte parêzgeha Îlamê li rojavaya Îranê û çû herêma sînorî ya “Mêhranê”.

Serepeyv