Serdana serokê Komara Îslamî ya Îranê bo lparêzgeha Îlamê
Îlon 24, 2021 09:19 Asia/Tehran
Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî vê sibeyê (Înê 24 Îlonê) bi çendîn wezîrên xwe ve serdana parêzgeha Îlamê li rojavayê Îranê kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, seyd Îbrahîm Reîsî vê sibeyê ji bo vekirina hin projeyên aborî û civîna li gel rayedarên parêzgeha kurdnişîn a Îlamê li rojavayê Îranê, serdana wê parêzgeha kir.
Parêzgarê Îlamê, Mihemed Nozerî duh ragihandibû, şopandin û gotûbêjkirina pirsgirêkên xelkê, civîn û hevdîtinên li gel xelkên kêm dahat û civîna li gel berpirsên îdarî yên parêzgehê, ji bernameyên giring ên serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo wê parêzgehê ne.