Îlon 23, 2021 19:51 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî: Xwîna pak a şehîdan berheqbûna Komara Îslamî li ser rûyê dîrokê tomar kir

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di peyamekê de bi minasibeta roja bîranîna şehîd û cangoriyan ragihand: Xwîna pak a şehîdan berheqbûn û rewabûna Komara Îslamî li ser rûyê dîrokê tomar kir.

Li gorî bingeha agahdariya Nivîsgeha Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî; Di peyama Hezretê ayetulah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya roja Pêncşemê, bi boneya roja bîranîna şehîd û cangoriyên berevaniya pîroz de, hatiye gotin: Hefteya Parastina Pîroz bi nav û bîranînên şehîdên mezin û giranqedir hatiye xemilandanê. Fedakariya wan û cangoriyên din a ji dil û can ve serkeftin û serfirazî ji neteweya Îranê re pêşkêş kir û xwîna wan a paqij berheqbûn û rewatiya Komara Îslamî li ser rûyê dîrokê tomar kir.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî herwiha got: “Ev dersa mezin ew mînakên cangorîkirinê û xweragiriyê ye; Li ku derê hewildana dilpak hebe, serkeftin, serfirazî û serbilindî heye; Miletê Îranê vê diyariya bi rûmet tu carî ji bîr nake.

Hezretê ayetulah Xamineyî di dewamê de diyar kir: Silav li şehid û xwedîşehîdan û silav lu hemû cangorî û pêşewayê wan Îmam Ruhollah be.

Artêşa dagirker a rejîma Seddam, dîktatorê îdambûyî yê Iraqê, 22-ê Îlona 1980-ê, hevdem bi 22-ê Îlon 1980-an, bi karanîna çekên cûrbecûr êrişek berfireh li dijî Îranê da destpêkirin; Di salnama Îranê de 21ê Îlonê destpêka Hefteya Parastina Pîroz e.

Serepeyv