Îlon 22, 2021 20:28 Asia/Tehran
  • Edmîral Îranî: Me memûriyeta Komkeştiya 75an bi riya naskirina qanûnên navneteweyî bi dawî anî

Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê got: Em bi başî qanûnên navneteweyî nas dikin û wan bi durustî cih tînin û bi serdestiya tam li ser wan, me memûriyeta Komkeştiya 75an bi dawî anî.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Navenda peywendiyên gelemperî ya Artêşê, Emîr edmîral Şehram Îranî di merasima rêzgirtin û danasîna fermandarê navçeya yekem a Imametê ya vê hêzê da, tevî rêzgirtina li Hefteya tijî şanazî ya Berevaniya Pîroz û hevddemiya van rojan di gel Erbeyîna serwer û salarê şehîdan (Îmam Husên), got: Eger piştevaniya gelanî û bav û dayîkên ku xortine wiha perwerde kirin û şandin warên ceng û cîhadê nebûya, m eyê roja îro ev iqtidar û berxwedana li hemberî zorbêjên cîhanê nedîta.

Edmîral Îranî tevî amajeya bi pêkanîna memûriyeta Komkeştiya 75an, got: Dema ku keştiyên me yên cengê ji Pozika Hêviya Baş (Cape of Good Hope) derbas bûn, dijmin tevgerên me dişopandin û gelekî ditirsiya û rêhevalên min bi awayekî memûriyeta xwe bi daawî anîn ku dijmin rê li ber xwe wenda kiribû.

Wî got: Em bi durustî qanûnên navneteweyî nas dikin û wan bi durustî cih tînin û me bi serdestiya tam memûriyet bi dawî anî.

 

 

Serepeyv