Îlon 22, 2021 14:26 Asia/Tehran
  • Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî: Dijmin tûşî nediyariya stratejîk bûye

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî: Dijmin tûşî nediyariya stratejîk bûye.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya dijmin di asêgeheke aborî da hatiye rawestandin û lawaz e, got: Roja îro nediyariya stratejîk taybetmendiya herî girîng e ku dijmin tûşî wê bûye.

Li gorî rapora IRNAyê, Serdar serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê di sêyemîn rêûrisma "Bîr û Nav" da got: Dijmin di nava di mijarên nebixêr da maye; Înqilaba Îslamî wisa dijmin bi rê ve biriye ku eger bimîne dê berdêlê bide û eger biçe, dê reviyabe. Dijmin eger li Yemenê bimîne têk diçe û eger biçe, wekî ku reviyabe.

Wî got: Hêzxurtên mezin bi wê cîhanbînî û nêrîna xwedayî ya Îmam Xumeynî (re) û Rêberê mezin ê Înqilabê, di çavên gelê me da hem di leş û hem di rih da biçûk bûn.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku Amerîkaya îro êdî Amerîkaya 10, 20 û 30 salên berê nîne, destnîşan kir: Siyonîst êdî ew siyonîstên êrîşker ku erdên misilmanan dagir dikirin, nînin, dûmahîkên wan jî êdî nikarin karekî bikin.

 

 

Serepeyv