Îlon 21, 2021 23:40 Asia/Tehran
  • Dijminên şoreşê di hemberî şeref û rûmeta neteweya mezin a Îranê de mehkûm in ku têk biçin

Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê li daxûyaniyekê bi boneya Hefteya Berevaniya Pîroz destnîşan kir: Dijminên Inqilaba Îslamî li ber şeref û rûmeta neteweya mezin a Îrana Îslamî mehkûmî şikestê ne.

Li gorî rapora roja sêşemê ya IRNA`yê, li daxûyaniya wezareta berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Îranê hatiye: Bê gûman, şoreşa ku bi destên vala yên gel, lê bi palpiştiya Xwedê teala û rêbertiya jîr û hişmendane a Îmam Xumeynî (rh)  ser ket; di serdema birûmet û bi şanazî ya parastina pîroz de jî gihîşt wê baweriyê ku ne tenê ti hêzek ji hêzên Rojavayî û Rojhilatî nabe piştgir û rizgarkerê vî welatî, belkî tiştê ku hertim li hemberî netewe û pergala Îranê berdewam û mayînede ye dijminatî û astengçêkirinên wan e.

Di vê daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Dijminên Komara Îslamî ya Îranê bi serpereştiya şeytanê mezin Amerîka û Rejîma Siyonîst bi avakirina lobî û hevpeymaniyan ji bo astengkirina dewama pêşketina Îrana Îslamî li warên curbicur, bi taybet di warê berevanî, aborî û navçeyî de,negihêştin ti encamekê û pêhesiyan ku êdî bi zext, gef û şerên pircur ên  pêkhatî ji faktorên curbicur û bi bêbandorkirina leheng û zanyarên neteweyî jî nikarin neteweya Îranê bitewînin“.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: "Roja îro destkeftên giranbuha yên berevaniyê, yên wek moşek, firokeyên bêfirokevan, berevanî, hewayî, deryayî, elektronîk û şiyana bejayî, êdî destên hêzên çekdar ji bo bersivdayînê di her astek xetereyê de tijî kirine û potansiyela wan birine jor," .

Di daxuyaniya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê de hatiye tekezkirin: Bê şik, di çil û yekemîn salvegera berevaniya pîroz de, rewşa berevanî û leşkerî ya Komara Îslamî ya Îranê di asta herî bilind de ye, lewra di warê dîplomasiyê de û di aliyê leşkerî de jî xwedî desthilatî û şiyana pêwîst e. da ku xwe biparêze û tola dijwar ji dijmin hilîne.

Artêşa dagîrker a rejîma Seddam, dîktatorê îdambûyî yê Iraqê, di 22-ê Îlona 1980-an de, bi karanîna çekên cûrbecûr li dijî Îranê dest bi êrîşek berfireh kir; Di salnama Îranê de 22ê Îlonê destpêka Hefteya Parastina Pîroz e.

Serepeyv