Reîsî: Nizama Komara Îslamî ya Îranê, nizameke pîroz e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîma Reîsî got: Nizama me ya Komara Îslamî, nizameke pîroz e, çûnku ew li ser bingeha oldarî û fêrkariyên olî ava bûye.
Li gor IRIB Newsê, Seyd Îbrahîma Reîsî di merasima pîrozkirin û bîranîna hefteya "Parastina Pîroz" û qedrzanî û sipasdariya ji bo malbatên şehîd, canfidayî û birîndarên cengî, ji ber heyama tazîdariya Îmam Huseyn (S) sersaxî xwest û got: Ev tevgera sipasdarî û rûmetdayîna xizmetkarên berê dikare ji bo nifşê ciwan bibe parastinek û riya parastina nifşê heyî û nifşên paşerojê ev e ku hûn Aşûra bidin nasandin û eşkere bikin ku Aşûra berdewam e û roja îro berdewamiya Aşurayê em di dîmenên ku şehîdan xuliqandine dibînin, şehîdên ku ji bo Xwedê teala û emrekî pîroz çûne meydana cengê.
Reîsî got: Li cîhanê gelek kesan şer kirine û gelek ceng û şer çê bûne, lê kîjan Parastina Rewa û Pîroz e?. gelek nizam û pergal li cîhanê pêk hatine, lê kîjan nizama pîroz e?. Pirs eva ye ku çi bûye sedema pîrozbûna vê nizam û pergala me, çi bûye sedema pîrozbûna berevanî û seferberiya me û sirr û razê vê pîrozbûnê çi ye? Çima parastina me pîroz e?.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Sirr û razê pîrozbûna Pergala me ya Komara Îslamî ya Îranê eva ye ku ew li ser bingeha ol û fêrkariyên olî ava bûye.
Reîsî anî ziman ku di pergala me de ti qanîn, rêzikname û kirin û nekirin eger li gor ol û şerîetê nebe nayê pejirandin û bicîhanîn..
Reîsî her wiha li axavtina xwe zêde kir: "Her hukm û qanûn û her rêziknameyek ku li dijî şerîetê bibe, ti nirx û erzişeke xwe tine."