Îlon 20, 2021 16:31 Asia/Tehran
  •  Ji duh heta îro 20ê Îlona 2021ê - 344 kesên din li Îranê ji ber Koronayê canê xwe ji dest da

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî da 17397 tûşbûyiyên nû hatine naskirin.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyiyên Koronayê ji destpêkê va heta niha li îranê bûye 5 miliyon û 442 hezar û 232 kesî.

Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha ragihand: Heta niha 4 miliyon û 792 hezar û 117 kes ji nexweşan baş bûne.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha ragihand, ku hejmara goriyên Koronayê li îranê ji destpêkê heta niha gihîştiye 117 hezar û 526 kesî kesî.

 

Serepeyv