Îlon 20, 2021 09:15 Asia/Tehran
  • Tîmeke terorîstî li bakurê rojavayê Îranê hat jinavbirin

Tîmeke terorîstî ya dijî Înqilabê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê va li ser riya Pîranşarê bo Neqedeyê li başûrê parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavayê Îranê hat jinavbirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Rêveberiya giştî ya Itilaata Azerbaycana Rojava li bakurê rojavayê Îranê êvara Yekşemiyê ragihand: 2 kes ji endamên koma dijî Înqilabê di pevçûna di gel hêzên ewlehiyê yên Îranê li başûrê vê parêzgehê hatin kuştin û hejmarek jî hatin girtin.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Ji kiryarên vê tîma terorîstî, plandarêştin jibo pêkanîna terorên zincîreyî û terorkirina hêzên leşkerî li navçeyê, bacgirtin ji kesên dewlemend ên navçeyê li ser xêra komên dijî Înqilabê û gefxwarin û lêdana hin welatî û kesên nasyar ên navçeyê bûn.

Ji vê tîma terorîstî hin çek û muhîmat jî hatine bidestxistin.

 

 

Serepeyv