Îlon 19, 2021 16:50 Asia/Tehran
  •  Ji duh heta îro 19ê Îlona 2021ê - 391 kesên din li Îranê ji ber Koronayê canê xwe ji dest da

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî da 15975 tûşbûyiyên nû hatine naskirin.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyiyên Koronayê ji destpêkê va heta niha li îranê bûye 5 miliyon û 424 hezar û 835 kesî.

Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha ragihand: Heta niha 4 miliyon û 764 hezar û 998 kes ji nexweşan baş bûne.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha ragihand, ku hejmara goriyên Koronayê li îranê ji destpêkê heta niha gihîştiye 117 hezar û 182 kesî kesî.

 

 

 

Serepeyv