Reîsî: Divê hukûmeteke giştgir li Efganistanê ava bibe
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, balkişande ser wê yekê ku divê dewlet û hukûmeteke li Efxanistanê were damezrandin ku tevahiya etnîkî, olî û qomî ya vî welatî bigire ber xwe û di dewamê de got: Hikûmeta ku ya gelek an ya kom û grûpeke siyasî bibe, nikare pirsgirêkan çareser bike.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, seyd Îbrahîmn Reîsî îro piştî hevdîtina serokomarê Tacîkistanê Îmamelî Rehman li bajarê Duşenbê di press konferansa hevbeş de li ser berfirekirina hevkariyên herêmî tekez kir û got: Şukra Xwedê, nêrînên me yên li ser Efganistanê nêzî hev in, û em herdu bawer in ku destwerdana biyanî li vî welatî karesatên bêhejmar çêkirine, û divê ku destê biyaniyan were qut kirin. Biyaniyan tu carî nekarîn ewlehiyê dabîn bikin, ne jî ji vê şûnda dikarin vê yekê bikin û em berdewamkirina mayîna biyaniya li Efganistanê û rola biyaniyan li vî welatî qebûl nakin.
Reîsî tekez kir ku hebûna terorîstan di Efganistanê de ne bi tenê ji vî welatî re bela ye belkî ew ji welatên herêmê re jî sebeba karesat û metirsiyê ne û di dewamê de got: Roja îro, Amerîkîyên ku bi xwe DAIŞ damezirandin xwe dijî wê nîşan didin û vê komê piştî ku li Iraq û Sûriyê wêranî û malxopanî çêkirin, niha hatiye Efganistanê û îstiqrar û ewlehiya wê kiriye hedef.
Reîsî her wiha bal kişand ser geşbûn û berfirekirina pêwendiyan bi welatê heval û hevziman ê Tacikistanê re û got: "Di pêwendiyên di navbera her du welatan de serdemeke nû despê kiriye û ez hêvî dikim ku ev serdan bibe xalek zêrîn di hevkarî û têkiliyên Tehran-Duşenbê."
Serokomarê Tacîkistanê Îmamelî Rehman jî di vê press konferansê de Îran welatê dost û hevzimanê Tacîkistanê da zanîn û bal kişand ser hevbeşiyên zav yên wekî ol, ziman û çandê di navbera du neteweyan û xwest ku ev zirûfên zav bibin sedema berfirebûna hevkarî û têkiliyên du welatan.
Îmamelî Rehman bal kişand ser geşedanên dawîn ên li Efxanistanê û wiha got: "Em li Efxanistanê aştî û îstiqrara tam dixwazin û em bawer dikin ku aştiya li Efxanistanê ewlehiya herêmê mîsoger dike û avakirina hikumeteke berfireh li Efxanistanê faktoreke sereke ye ji bo pêkanîna aştî û aramiyê."