Îlon 18, 2021 01:14 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Endamtiya Îranê li Şanghayê bandoreke girîng li ser pêvajoya hevkariyên berfireh û giştalî dike

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan got: Endamtiya stratejîk a Komara Îslamî ya Îranê di Rêxistina Hevkariya Şanghayê de bandoreke girîng li ser pêvajoya hevkariya giştalî ya Îranê di warê siyaseta cîrantî û Asyayîxwaziyê ​​de heye.

Li gorî nûçeya IranPressê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro li ser medya civakî ya Twitterê de nivîsî: "Bi keyfxweşiyeke mezin ez dikarim bibêjim ku îro belgeya endamtiya daîmî ya Komara Îslamî ya Îranê di Rûniştina Rêxistina Hevkariya Şanghayê de li Duşenbê paytexta Tacîkistanê  ji aliyê serok û rêberan ve bi amadebûna Serokomarê Îranê hatiye erêkirin û îmzakirin."

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Ev endametiya stratejîk bandorek girîng li ser pêvajoya hevkariya giştalî ya di navbera Îran û welatên din de di rêça siyaseta cîrantî û Asyayîhezî de dike.

Komara Îslamî ya Îranê  îro (Înê) di 21emîn Rûniştina Rêxistina Hevkariya Şanghayê de li paytexta Tacîkistanê bajarê Duşenbê bi fermî bû endamê sereke yê vê Rêxistinê.

Serepeyv