Îlon 17, 2021 11:07 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrên derve yên Îran û Çînê li Tacîkistanê

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan duh pêncşemê di demên berî lidarketina cîvîna serokên welatên endam ên Rêxistina Hevkariya Şanghayê li bajarê Duşenbeya paytexta Tacîkistanê bi wezîrê derve yê Çînê, Wang Yi re civiya.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê de tekezî li ser siyaseta derve ya hikûmeta Îranê ya Asyayîparêz kir û li ser biryardariya Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşxistina peywendiyên bi Çînê re li ser bingeha hevhatina hevkariya 25-salî wekî nexşerêyek di navbera her du welatan de sekinî.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha bal kişand ser mijarên piralî yên hevkariya Komara Îslamî ya Îranê bi Çînê re sipasiya Çînê kir ji ber ku piştgiriyê dide siyaset û helwêsta Îranê derbarê Rêkeftina Navokî û Amerîka bi binpêkirina hevkariya navokî ya di warê Rêkeftina Navokî de  û lawazkirina hevkariya navokî ye Komara Îslamî ya Îranê tawanbar kir.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi helwesta ne -avakar a Amerîkayê di pirsa navokî ya Îranê de kir û tekez kir ku divê Qesra Spî fêr bibe ku gefxwarina li dijî neteweya Îranê bikar neyne.

Emîr-Ebdullahiyan vekişîna bi serşûrî ya Amerîkayê ji Efganistanê piştî çendîn salan dagîrkirina vî welatî wekî mînakek din a yekalîparêziya ne -avakar a Amerîkayê da zanîn ku bandorên neyînî li cîranên Efganistanê kiriye.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îran damezrandina hukûmetek giştgir li Efganistanê bi beşdariya hemî komên etnîkî û olî wekî yekane forma kêrhatî ya pêşeroja siyasî ya vî welatî ragihand.

Emîr-Ebdullahiyan di dawiyê de sipasiya Çînê kir ji ber hevkariya wê bi Îranê re di warê kokbirkirina Koronayê û şandina vaksînên Koronayê ji Îranê re.

Di vê hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Çînê jî bal kişand ser hevkariya du welatan di mijarên navneteweyî de, ji wan piştgiriya Çînê ji endamtiya hertimî ya Îranê di nav Rêxistina Hevkariya Şanghayê de.

Wang Yi cîbicîkirina rêkeftina hevkariya Çîn û Îranê ya 25 salî wekî nexşeriyeke girîng a peywendiyên her du welatan nirxand û li ser biryardariya Pekînê ji bo pêşxistina tam a pêwendiyan bi Komara Îslamî ya Îranê re sekinî.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê her wiha daxwaza dewama şêwirmendiyên di navbera her du welatan de li bara paşeroja siyasî ya Efxanistanê kir.

Serepeyv