Îlon 13, 2021 14:37 Asia/Tehran
  • Serdana Serokwezîrê Iraqê bo Meşhedê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo ziyarekirina herema Îmam Riza (S) di saetên serê sibê de gihîşt Meşhedê li bakura rojhilatê Îranê.

Li gor IRNAyê, balafira ku Mistefa Kazimê bi şandeya iraqî ya pê re îro saet 3 serê sibehê gihêşte  Meşhedê û li balafirgeha navneteweyî ya şehîd Haşimînejad a vî bajarî ji aliyê parêzgarê Xorsana Rezewî hate pêşewazîkirin. 

Serokwezîrê Iraqê roja yekşemiyê piştî gihîştina Têhranê ji aliyê serokê Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî fermî hat pêşwazîkirin û piştre beşdarî civîna hevpar a şandên pilebilind ên Îran û Iraqê bi serokomarê Îranê re bû.

Di serdana yek rojî ya Kazimî bo Tehranê de hevdîtinek bi Serokê Meclîsê û endamên Meclisa Şêwra Îslamî re, hevdîtina bi Cîgirê Yekem ê Serokomar re û hevdîtina hevpar bi Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê pêk hat.

Serepeyv