Îlon 12, 2021 12:50 Asia/Tehran
  • Reîsî bi fermî pêşwaziya serokwezîrê Iraqê kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî fermî pêşwazî li serokwezîrê Iraqê kir.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Serokomartiyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro li Têhranê bi awayê fermî pêşwazî li Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê li avahiya Civîna Serokan kir.

Berfirehkirin û xurtkirina herî zêde ya hevkariyên dualî di warên cûrbicûr ên siyasî, aborî û çandî û şêwirîna derbarê mijaêrn herî girîng ên navçeyî û navneteweyî ji mijarên herî girîng ên gotûbêja taximên payebilind ên du welatan hatiye ragihandin.

 

Serepeyv