Îlon 11, 2021 14:32 Asia/Tehran
  • Bi hukmê Reyîsî; Ehmed Wehîdî bû Serokê Konseya Ewlehiya Welêt

Serokê Komara Îslamî ya Îranê wek cihanîna xala 176an a Qanûna Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê, bi hukmekî Ehmed Wehîdî, wezîrê karên hundir wek Serokê Konseya Ewlehiya Welêt tayîn kir.

Di hukmê seyid Îbrahîm Reyîsî da hatiye: Wek cihanîna xala 176an a Qanûna Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê û bi mebesta pêkanîna guncan a erkû memûriyetên Konseya Ewlehiya Welêt, ez bi vî hukmî cenabê te bi desthilata tam wek Serokê Konseya Ewlehiya Welêt tayîn dikim.

Reyîsî her wiha ragihand: Konseya Ewlehiya Welêt wek baska bihêz a Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî, bi hevahengî û behrewergirtina ji hemî zirûfên saziyêîn têkildar, tevî plandarêştin, dayînabiryarên pêwîst û şopandinên berdewam, bila jibo parastin û xurtkiirna babeta girîng a ewlehiyê li nav welêt pêngavine bibandor rake.

 

 

Serepeyv