Îlon 10, 2021 12:38 Asia/Tehran
  • Reîsî: Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê planeke me ya demkurt û demdirêj heye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Pirsgirêka avê, bûye pirsgirêk gelek parêzgehên welêt û em vê pirsgirêkê bi awayekî taybet di hikûmetê de dişopînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî ku çûye Xorasana başûr, îro dema gihêşte bajarê Tebesê got: Bi çareseriyên demkurt û demdirêj, ku veguhastina avê ji Deryaya Omanê jî di nav de ye, me ji bo çareserkirina pirsgirêka xelkê ya dabînkirina çavkaniyên avê hin tedbîrên pêdivî xistine rojevê.

Reîsî her wiha got: Em xwedî hêzên jêhatî ne, nemaze ciwanên pispor û bi şiyan, li Parêzgeha Xorasana Başûr, ku dikarin rola bi bandor bilîzin û bi alîkariya vî hêza mirovî, hukûmet dê bikare ji bo çareserkirina pirsgirêkên parêzgehê gavên bilind bavêje.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê de got: Maden yek ji çavkaniyên hêja yên vê parêzgehê ne û ger ew werin çalak kirin, dê pirsgirêka kar, pirsgirêka hilberîn û geşedana hilberînê û pirsgirêkên aborî bêne çareser kirin.

Seyd Îbrahîm Reîsî di gera yek-rojî ya parêzgeha Xorasana başûr de dema ku gihîşt Balafirgeha Tebasê, ew ji hêla Waliyê Xorasana Başûr û komek rayedarên payebilind ên parêzgehê ve hate pêşwazî kirin.

Serepeyv