Gotûbêja telefonî ya wezîrên karên derve yên Îran û Rûsiyê
Îlon 09, 2021 22:18 Asia/Tehran
Wezîrên karên derve yên Îran û Rûsiyê derbarê peywendiyên dualî û alûgorên navçeyî û navneteweyî bi riya telefonê axivîn.
Li gorî rapora Wezareta derve ya Îranê, Di gotûbêja telefonî ya îro ya Sêrgêyî Lavrov wezîrê derve yê Rûsiyê tev Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê ra mijarên têkidlarî peywendiyên dualî, hevdîtina rayedarên du welatan li kêleka civîna Şanghayê, xurtkirina hevkariyan di warê kontrolkirina Koronayê, pirsgirêkên tacir û çalakên aborî jibo hatûçûna xwezayî bo Rûsiyê, alûgorên navçeyê û însiyatîvên têkildarî Efxanistanê û mijarên têkildarî Peymana Navokî hatin gotûbêjkirin.