Îlon 07, 2021 13:41 Asia/Tehran
  • Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê: Me gellek serketin di rewşa boykotan da bi dest xistin

Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê destnîşan kir, Me gellek serketin di rewşa boykotan da bi dest xistin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, emîr edmîral Şehram Îranî, Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê roja Sêşemiyê got: Me di rewşa boykotan da di sê warên seravî, binavî û asimanî da amûrên stratejîk bi dest xistin û em hêvîdar in ku bi zûtirkê şehedê nimandina motora deryayî ya temam-îranî bin.

Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê her wiha got: Boykot û gef tu wextî nikarin pêşiya îraniyan bigirin û gelê Îranê bi iqtidar û bi palpiştiya şiyanên xwe hertim berbend rakirin.

Li gorî gotina emîr edmîral Îranî, memûriyeta komkeştiya heftê û pêncem nîşanda ku Hêza deryayî ya Artêşa Îranê di xwebawerî û şiyana herî bilind da ye û iqtidara Komara Îslamî ya Îranê di warê cîhanî da nîşan dide.

Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê got: Keştiya şêrr a temam-îranî ya Sehendê û keştiya Mukranê zêde ji 45 hezar kîlomitr di oqyanûs û deryayan da çûne.

Wî her wiha got: Ev komkeştî ji Oqyanûsa Hindê, Atlantîka Başûr û bakûr derbas bûye.

Li gorî gotina Fermandarê hêza deryayî ya Artêşa Îranê, Heftê û pêncemîn komkeştî pêkhatî ji keştiya Mukranê û Keştiya şêrr a Sehendê derbasî avên Îranê bûn û di çend rojên bê da wê lenger bigirin.

 

 

Serepeyv