Îlon 03, 2021 21:20 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey koça dawî ya Serleşker Fîrûzabadî

Hezretê ayetullah Xamineyî bi peyamekê ji ber koça dawî ya serlekşer Seyid Hesen Fîrûzabadî, sersaxî da.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Îniyê bi peyamekê tevî dayîna sersaxiyê ji ber koça dawî ya Serleşker seyid Hesen Fîrûzabadî, ragihand: Temenek têkoşîna binirx, ji hewildanên têkoşeriyê yên serdema xwendekariyê li Meşhedê heta çalakiyên cûrbicûr û berfireh di salên piştî serketina Înqilaba Îslamî, di warên girîng ên weke cîhada avakirinê û navendên sser bi Konseya Bilind a Berevaniyê û nemaze xizmetên demdirêj di serokatiya Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar û serê axir endamtiya li Civata Diyarkirina Mesleheta Hikûmetê zimhêra manewî û melzemeya axiretê ya vî birayê pirrxebat û xêrxwaz e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha ragihand: Rihê bendetî û dîndarî û rastbêjî û mayîndetî di sozdariya li bawerî û kiryara înqilabî, serpişkiyeke din a mezin e ku hertim bi vî birayê hêja ra bû; Ev taybetmendiyên mezin dê bibin sebeba rehmet û razîbûna Xwedê ji wî, Înşaellah. Ez ji Xwedayê mezin daxwaza lêborînê jibo wî û aramî û hedarê jibo malbata wî dikim.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serleşker seyid Husên Fîrûzabadî, Serokê berê yê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û Şêwirmendê bilind ê leşkerî yê Fermandarê gişt hêzan roja Îniyê û piştî heyameke nexweşiyê, lebeyk da deweta heq.

Serleşker Fîrûzabadî ji sala 1990î heta sala 2017an bi qasî 27 salan bi hukmê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, wek Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê xizmet kir û piştî wê, ji aliyê Hezretê ayetullah Xamineyî va wek Şêwirmendê bilind ê leşkerî yê Fermandarê gişt hêzên Îranê hat tayînkirin.

 

 

Serepeyv