Îlon 03, 2021 11:43 Asia/Tehran
  • Serleşker Seyid Husên Fîrûzabadî koça dawî kir

Serokê berê yê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê koça dawî kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serleşker seyid Husên Fîrûzabadî, Serokê berê yê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û Şêwirmendê bilind ê leşkerî yê Fermandarê gişt hêzan roja Îniyê û piştî heyameke nexweşiyê, lebeyk da deweta heq.

Serleşker Fîrûzabadî ji sala 1990î heta sala 2017an bi qasî 27 salan bi hukmê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, wek Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê xizmet kir û piştî wê, ji aliyê Hezretê ayetullah Xamineyî va wek Şêwirmendê bilind ê leşkerî yê Fermandarê gişt hêzên Îranê hat tayînkirin.

 

Serepeyv