Îlon 02, 2021 19:28 Asia/Tehran
  • Li riya Kamyaran-Palinganê mînîbûsek wergerya nava  dolekê 14 kesan canê xwe ji dest dan

Birêveberê hawarçûn û qezayan yê ûrjansa pêş-nexweşxaneyî ya Zanîngeha Pizîşkî ya Parêzgeha Kurdistana Îranê got: Îro 02.09.2021ê mînîbûsek nêzîkî gundê Palingan a ser bi bajarê Kamyaranê wergeryaye nava dolê û 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 kesên din jî birîndar bûne.

Birêveberê hawarçûn û qezayan yê ûrjansa pêş-nexweşxaneyî ya Zanîngeha Pizîşkî ya Parêzgeha Kurdistanê Riza Pîra îro di hevpeyvîna bi nûçegihanê IRNAyê re got:  Mînîbûsa ku ji Merîwanê diçû Palinganê ji ber ku ajokar di berjêriya gêdûka "Tefîn" a gundê Palinganê de nikaribû wesayîtê kontrol bike vêca ew wergeriya nava dolê.

Riza Pîra her wiha got: "Yek ji birîndarên vê qezayê ku rewşa  giran û xedar bû bi helîkopterê rakirin Nexweşxana Kosar a bajarê Sinê û otobusa ambulans a Zanîngeha Pizîşkî ya Kurdistanê jî ji bo dermankirin û veguheztina birîndarên din hatibû şandin bo cihê bûyerê."

Sedema vê qezayê ji aliyê Polîsê Riya Kurdistanê ve tê lêkolînkirin.

Riya Merîwan-Kamyaranê bi dirêjahiya 141 km yek ji wan riyên parêzgeha Kurdistanê ye ku gelek qezayên trafîkê lê diqewmin 

Serepeyv