Tebax 24, 2021 15:51 Asia/Tehran
  • Muhsinî Êjêyî: Îranê teknolojiya hilberîna

Serokê dadweriya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Îranê teknolojiya berhemanîna “Kîta Nasnama Genetîkê(jênêtîkê)” bi dest xistiye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mêhrê, "Xulamhusên Muhsinî Êjeyî" serokê Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê, îro Sêşemê got: "Bi hilberîna kîtên genetîkê), Îran piştî Amerîka, Almanya, Çîn û Rûsyayê bûye welatê pêncem yê ku ev teknolojî bi dest xistiye."

Muhsinî Êjêyî di merasîma nimandina kîta nasnama genetîkî û homojênayzêrê çêkiriyê di nav welat de û hem jî serdana navenda teşxîs û laboratîfê ya pizîşkiya dadperwerî li parêzgeha Tehranê, tekezî li ser pêwîstiya bawerkirina zanyar û jêhatiyên ciwan ên welêt û amadekirina qada xebatê ji wan re kir.

Serokê Rêxistina Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê got: "Serketina di warê zanistî de, ger ji serketina di warên leşkerî û cengî de ne girîngtir be, ji wê ne kêmtir e û ji bo pêşxistin û pêkanîna armancên welat eva pir pêdivî û bi bandor e."

Serepeyv