Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji ber koça dawî ya Muhemedreza Hekîmî peyama sersaxiyê da
Hezretê ayetullah Xamineyî bi peyamekê ji ber koça dawî ya alim û ramanwerê nasyar Muhemedreza Hekîmî sersaxî da.
Li gorî rapora navenda Ragihandinê ya Ofîsa, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Di peyama Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da hatiye: Bi mixabinî û bi xemgînî min nûçeya koça dawî ya alim û ramanwerê nasyar cenabê birêz Muhemedreza Hekîmî Qudisellahu Nefseh wergirt. Ew zanyarekî giştalî û edîbekî pirpor û ramanwerekî afirîner û îslamnasekî dadxwaz bû. Wî emrê xwe bêyî berçavgirtina aliyên madî, di xizmeta mearîfên bilind ên quran û sunetê derbas kir û berhemine binirx ji xwe bi cî hiştin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha ragihand: Behrewergirtin ji mehzera pirr feyz û bereket û nefesa germ a mamosteyên merîfet û manewiyetê ji meşheda pîroz, zimhêrek ji tewekul û tei'ebud û zengîniya nefsê di dil û canê vî kesayetiyê delal bi cî hiştibû ku heta dawiya emrê wî yê bi bereket, ew xurt radigirit. Ez ji ber koça dawî ya xembar a vî hevalê qedîmî sersaxiyê didim binemala hêja ya Hekîmî û yên mayî nemaze birayê wî yê hêja p gişt dost û hogirên wî û daxwaza rehmet û lêborîna Xwedê jibo wî dikim.
Muhemedreza Hekîmî, muctehidê şîe, fîlsof û nivîskarê îranî ku demek beriya niha ji ber Koronayê li nexweşxaneyê hatibû razandin, êvara Yekşemiyê lebeyk da deweta heq.