Tebax 22, 2021 19:37 Asia/Tehran
  • Raîsî: Pêşxistina têkiliyan bi Japonyayê re ji bo Îranê pir girîng e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêwendiyên Îran û Japonyayê baş û dostane wesif kir û li ser pêwîstiya pêşdebirin û kûrkirina peywendiyên her du welatan di hemî waran de, bi taybetî peywendiyên aborî û ticarî sekinî û got: Ji bo Komara Îslamî ya Îranê Têkiliyên bi Japonyayê re û pêşxistin û kûrkirina têkiliyên dualî girîngiyeke xwe ya mezin heye.

Seyd Îbrahîm Reîsî roja yekşemê li hevdîtina tev wezîrê karên derve yê Japonyayê, pesna alîkariya însanî ya Japonyayê bo Koronayê da û hêvî kir ku berdewamiya hevkariya di navbera her du welatan di vî warî de bibe alîkar ji bo jinavbirina nexweşiya koronayê li her du welat û cîhanê.

Di vê hevdîtinê de Reîsî tekezî li ser azadkirina çavkaniyên diravî yên blokekirî yên Îranê li Japonyayê kir û da zanîn ku derengketina azadkirina samanên Îranê di bankên Japonyayê de ne rewa ye.

Reîsî di bersiva wezîrê derve yê Japonyayê derheq pêwîstiya vejiyandina Rêkeftina Navokî de wek rêkeftineke navneteweyî got: Bi xwezayî, welatê ku sozên xwe cihanîne divê were pesinandin, û ger welatek ji Rekeftina Navokî derkeve û berpirsiyariyên xwe bicîh neyîne, divê were şermazar kirin, û Amerîkî divê bersîva raya giştî ya cîhanê di vî warî de bidin ka çima wan sozên xwe bicîh neanîne û ji vê peymana navneteweyî derketine.

Reîsî her wiha balkişand ser guhertinên dawiyê li Efxanistanê û di vî warî de pêştgirî da hewldanên Japonyayê û welatên din ên ji bo damezrandina aştî û ewlehiyê li Efxanistan û navçê û got: Komara Îslamî ya Îranê her dem piştgirî dide aşitî û aramiya Efganistanê.Bê guman, em bawer in ku gelê Efgan divê bi xwe derbarê welatê xwe biryarê bidin.

Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Toshimitsu Motegi di pîrozbahiya destbikarkirina Serokê Komara Îslamî ya Îranê de, tekezî li ser pêşxistin û kûrkirina pêwendiyên demdirêj ên her du welatan kir û got: “Îran û Japonya ji mêj ve pêwendiyên baş û dostane bi hev re hene. ûti şik û gumaneke min tune ku ev pêwendî di dema deshilata hukumeta nû ya Îranê jî dê berdewam bibin û ev pêwendî dê bêtir pêş bikevin.

Serepeyv