Tebax 22, 2021 17:24 Asia/Tehran
  • Tweeta Zerîf di derbarê hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Japonîyê re

Wezîrê karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê ji hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Japonyayê re li Têhranê razîbûna xwe diyar kir.

Wezîrê karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf  di vê Tweetê de nivîsiye: Di hevdîtina min a ku diqewme a dawîn bi hemtayekî min re di posta wezîrê karên derve yê Îranê de bibe, me li ser xurtkirina têkiliyên dualî, çawaniya vejandina Rêkeftina Navokî û şert û mercên bi sosretî yên ku Amerîkayê li Efxanistanê çêkirine gotûbêj kir.

Li gorî bernama diyarkirî, Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê di serdana xwe ya du-rojî ya Tehranê de, dê bi serokomarê Îranê  Seyd Îbrahîm Reîsî û bi hempîşeyê xwe yê pêşniyarkirî ji bo hikûmeta Îranê ya 13emîn Husên Emîr-Ebullahiyan re hevdîtinan bike.

Serepeyv