Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê bi Şemxanî re hevdîtin kir
Tebax 22, 2021 15:48 Asia/Tehran
Wezîrê Derve yê Japonyayê Motegi Toshimitsu piştî serdana xwe ya vê sibehê bo Tehranê, bi Elî Şemxanî, Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê re civiya.
Beriya hevdîtinê Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Motegi Toshimitsu bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf re hevdîtin kir.
Li gorî planê, Wezîrê Derve yê Japonyay di serdana xwe ya du-rojî ya Tehranê de ji bilî hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Îranî re, dê bi serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî û bi Wezîrê Karên Derve yê pêşniyarkirî ji bo dewleta 13emîn, Husên Emîrebdullahiyan re jî hevdîtinan bike.