Tebax 19, 2021 17:08 Asia/Tehran
  • Sipasiya Reyîsî ji Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a xortan a Îranê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi weşandina peyamekê, bidestxistina qehremaniya pêşbirkên guleşta cîhanê li Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a xortan a Îranê pîroz kir.

Li gorî rapora Federasiyona Guleşta Îranê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di peyamekê bo Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a xortan a Îranê da nivîsî: Ez bi dil û can sipasiya we dikim ku we bi iqtidara tam ala bi şanazî ya Îranê hejand û bi rakirina alaya şîna hezretê Eba Ebdullah (S) li ser sekûya qehremaniyê, evîna xwe li Îmam Husên (S) nîşan da.

Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a xortan a Îranê bi wergirtina pênc mîdalên zêr, zîvek û bronzekê bû qehremana cîhanê.

 

Serepeyv