Tebax 19, 2021 09:35 Asia/Tehran
  • Roja Aşûrayê; Îrana Îslamî şîndara Eba Ebdullahul Husên (S) e

Hevçaxî gihêştina Aşûraya Îmam Husên (S) seranserî Îrana Îslamî tazîdara mezin û salarê şehîdan Eba Ebdullahul Husên(S) bûye .

Îro pêncşemî 10 Muheremê salroja şehadeta salarê şehîdan Hezretê Îmam Husên(S) îmamê sisyan ê şîeyan û heval û hogirên wî hezretî ye.

Îmam Husên (S), îmamê sêsiyan ê şî'eyan li vê rojê tevger û bizava Aşûrayê li ser xêmê fidakarî, canfidayî û emekdariyê ava kir û dîroka mirovaniyê tijî hemase û îsarê kir.

Serwer û salarê şehîdan li vê tevgera hemasî , dersa azadî û şerefê hînî miovan kir û bi xwîna xwe li Kerbelayê dara Îslamê av da û umeta Îslamê hişyar kir.

Îmam Husên (S), îmamê sêsiyan ê şî'eyan, li sêyê Şebanê, sala çarê hicretê li bajarê Medînê çavên xwe ser vê duniyayê vekirin, ew ewladê dudiyan ê hezretê Elî (S) û hezreta Fatme keça

hêja ya hezretê Muhemed pêxemberê Îslamê (S) bû. Pêxemberê Xwedê navê ''Husên'' li vî neviyê xwe yê hêja kir. Hezretê Muhemed pir ji îmam Husên (S) hez dikir bi awayekî ku li bara wî

hezretî gotiye: ''Huseyn Minî we Ena min Huseyn....''.

Îmam Husên (S) tevî 72 kes ji heval û hogirên xwe yên emekdar li roja Aşûrayê hemaseyeke bêmînak xuliqand û li ber leşkerê mezin ê Yezîd rawestiyan û li hemberê zilm û bê edaletiyê şer

kir û şehîd bûn.

Serhildana Aşûrayê ji sala 61ê ya hicretê heya îro her wek kaniyên tijî ava zelal û şirîn, tîniyên merîfet û heqîqetê têr ava kirine û ji tevger û rabûnên heq li hemberê neheqiyê re bûye

mînak.

 

 Îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê, deste, mizgeft û tekye şîndariyên xwe di atmosfera vekirî û bi berçavgirtina destûrkarên tenddurustiyê li dar dixin.

 

 

 

Serepeyv