Tebax 19, 2021 00:27 Asia/Tehran
  • Li şeva Aşûra Huseynî bi amadebûna rêberê giranqedr ê Inqilaba îslamî merasima şînê birêve çû

Merasima şînê ya şeva Aşûra Husênî bi amadebûna Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî li Husêniya Îmam Xumeynî (RE) hat lidarxistin.

Li gorî bingeha agahdariya Nivîsgeha Rêberiya mezin ê Inqilabê, di vê merasîmê de, Hucet-ul-Îslam wel-Muslimîn Mîr Haşem Huseynî di axaftina xwe de, dîmena Kerbelayê wekî meydana eşkerekirina rûmet û kerameta Hezretê Eba Ebdullah û hevalên wî hezretî û sûdwergirtina dinyayê ji bereketa wan giranqedran da zanîn û got: Li hemberî Hewldana Tevgera Yezîdî ku li ser "belavkirina nezanî, dinyahezî û jibîrkirina û xefleta derheq mirin û axretê" hatibû avakirin, bingeha tevger û serhildana Hezretê Seyd el-Şuheda (a.s) "Xwedêhezî",  "hişmendî û agahdarî", " kokbirkirina durûtiyê" û "xizmeta bo gel û dabînkirina hewcedariyên gel" " e.

Her wiha di vê merasîmê de, birêz Meysem Muatiyî mersiyexwanî kir.

Sibê (Pêncşem) hevdem e bi dehemîn roja Muherem el-Herama sala 1443ê hicrî heyvî (19 Tebax 2021), Aşûra Huseynî.

Merasîma şîna şehadeta Hezretê Eba Ebdullah El-Husên (S), sêyemîn Îmamê Şîeyên cîhanê, ji şeva heftem heya şeva donzdehem a Muherema 1443’an a Rojî (15 heta 20 Tebax 2021) bi mideha 6 şevan li Huseyniya Îmam Xumêynî (re) li Tehranê tê lidarxistin.

Îmamê sêyemîn ê şîeyên cîhanê û  heval hogirên wî hezretî yên dilsoz û emekdarroja 10ê Muherema sala 61ê hicrî li Kerbelayê şehîd bûn.

Serepeyv