Tebax 19, 2021 00:00 Asia/Tehran
  • Aşûra û şîngêrîya şehadeta Îmamê sêyem ê Şîeyên cîhanê û heval û Ehlê beyta wî hezretî

Sibê pêncşemê 19`ê Tebaxa 2021 hevdemê 10`ê meha Muherremê 1443 Koçî Heyvî, roja Aşûraya Huseynî ye.

10`ê meha Muherremê anku roja Aşûrayê salroja şehîdbûna pêşengê şehîdan, hezretê Îmam Huseyn (S) sêyemîn Îmamê şîeyên cîhanê ye ku di 10`ê Muherrema sala 61 a koçî-heyvî li Kerbelayê di temenê 57 salîyê de hat şehîdkirinê.

Hezretê Îmam Huseyn (S) dema ravekirina bûyera Kerbelayê û di riya Mekê ber bi Kerbelayê de heta dema şehîdbûnê, bi zelalî pêgirî kir: "Armanca min ji vê hereketê, riswakirina hikûmeta dijî Îslamê ya Yezîd û cihanîna şîretkirina bo karên baş û qenc û dûrxistina ji karên nebaş û xirab û berxwedana li hemberî zilim û sitemkarîyê ye û min ji bilî piştgirîya ji Quranê û zindîragirtina dînê Îslama resen a hezretê Muhemed (S) ti armanceke xwe ya din tineye."

Eva erkek bû ku Xwedê teala sipartibû hezretê Îmam Huseyn (S) û ji bo cihanîna vê erkê dema nîvroya Aşûrayê digel hevrêyên xwe yên emekdar û wefadar piştî ku nimêja nîvro kirin, bi destê leşkerên Yezîd şehîd bûn.

Nuhexwendin, zincîrlêdan û axavtina derbarê cîgeh û kesayetîya hezretê Îmam Huseyn (S) û hezretê Ebulfezl El-Ebas(S) ji bernamên girîng ên gelê bawermend ê Îranê di şev û roja salvegera şehîdbûna wî îmamê hêja û hevrêyên wî hezretî yên wefadar in.

Îsal ji ber pandemya Koronayê, heyet, mizgevt û tekiyeyên tazîdariyê li Îranê li cihên servekirî û bi berçavgirtina destûrên tendirustiyê merasima tazîdariya Aşûraya Huseynî li dar têxin.

Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi minasibeta hilketina Aşûraya Huseynî ji gişt misilmanên cîhanê re sersaxiyê dixwaze.

Serepeyv