Tebax 18, 2021 15:00 Asia/Tehran
  • Di roja Tasûaya Îmam Huseyn (S) de Îrana Îslamî di nava şîn û taziyê da ye

Îrana Îslamî di roja Tasûaya Îmam Huseyn (S) da seranser reş girêda û ketiye nav şîn û taziyê da.

Îro Çarşemî, 9ê Muherema 1443ê Koçiya Heyvî û 18ê Tebaxa 2021, Tasûaya Îmam Huseyn (S) e.

Şîndarên Îmam Huseyn (S) li seranserî Îrana Îslamî di rojên Tasûa û Aşûrayê bi lidarxistina merasimên şîndariyê, salvegera şehîdbûna hezretê Îmam Huseyn (S) Îmamê sêyem ê şîeyên Cîhanê û hogirên wî hezretî yên sozdar ji wan hezretê Ebulfezl el-Ebas (S) birayê emekdar ê wî îmamê hêja bi bîr tînin.

Îmam Secad (S), Îmamê çaran ê şîeyên Cîhanê wiha cîgeha hezretê Ebulfezlê Ebas (S) rave dike: Ebasê apê min, bi rastî canê xwe ji birayê xwe ra fida kir, heta wê astê ku dijminên Xwedê teala destên wî hezretî jê kirin.

Bi derbasbûna çend sedsalan ser bûyera diltezîn a Kerbelayê û şehîdbûna Îmam Huseyn (S) û heval û hogir û ehlê beyta wî hezretî yên sozdar, ne tenê girîngî û cîgeha vê bûyerê kêm nebûye, lê herqas jî dem derbas dibe peyama Aşûrayê berfirehtir û ayînên şîngirtinê bicoştir dibin û xelk bi femdariyeke zav van merasiman bi rê ve diben.

Gelê bawermend ê Îrana Îslamî û dostdar û hezkiriyên malbata paqij a pêxemberê hêja yê Îslamê (S) di rojên Muheremê, nemaze di şev û roja Tasûa û Aşûrayê bi çûyîna nav huseyniye, mizgeft, tirba paqij a Îmam Reza (S), Îmamê heştan ê Şîeyên cîhanê li Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê û tirba hezreta Mesûmeyê (S) li bajarê Qumê, şînê digirin, lê belê îsal ji ber pandemiya Koronayê gelê Îran û şîeyên cîhanê neçar in protokolên tendirustiyê berçav bigirin û van merasiman li derveyî cihên sergirtî bi rêve biben û dûrbûna ji hevdu û îstifadeya ji maskan jî ji bîr neken û di vî halî de di van rojên manewî de dua diken û ji Xwedê teala dixwazin ku belaya vê nexweşiyê ji ser netewên cîhanê kêm bike.

Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û ehlê beyt û heval û hogirên wî hezretî yên sozdar û wefadar di 10 Muherema sala 61ê Koça Heyvî li Çolistana Kerbelayê şehîd bûn

.Radiyo û Televîziyona kurdî ya Komara Îslamî ya Îranê roja Tasûa û Aşûrayê ji gişt misilman û şîeyên cîhanê re ser saxiyê dixwaze.

Serepeyv