Merasima şînê di şeva Tasûaya Husênî de bi amadebûna Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî
Merasima şîn û tazîdariya şeva Tasûaya Husênî li Husêniyeya îmam Xumeynî bi amadebûna Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî hat lidarxistin.
Li gorî bingeha agahdariya Nivîsgeha Rêberê Inqilaba Îslamî, di vê merasîmê de, Hucet-ul-Îslam wel muslimîn Seedî di axaftinek bi xwendina çend beşên ziyaretnama Hezretî Ebulfazl El-Ebbas (S), "parastin û kûrkirina têkiliya bi Îmamê Heq" re û "berxwedan û lihevnekirina li hember pêla derewîn û xwedûrkirina ji wê" du dersên girîng ji jîna Qamerê Benî Haşem dan zanîn û got: Peymana ku Xwedê ji pêxemberan û peyrewên wan girtiye ew e ku bila ew li hember neheqiyê serî netewînin û yên ku ji vê peymanê re rast û dilsoz dimînin di Qurana Pîroz de têne pesinandin.
Di vê merasîmê de jî, birêz Mihemed Reza Tahirî behsa karesat û sosretiya ku anîbûn serê Ehlê beyta pêxember û Îmam Husên (S) kir.
Îro Çarşemê Hevdem digel roja nehem a meha pîroz a Muherema sala 1443 -an hicrî heyvî (18 -ê Tebaxê, 2021), Tasûaya Huseynî (S) ye.
Merasîma şîna şehadeta Hezretê Eba Ebdullah El-Husên (S), sêyemîn Îmamê Şîeyên cîhanê, dê ji şeva heftem heya şeva donzdehem a Muherema 1443’an a Hicî Heyvî (15-20 Tebax 2021) were lidarxistin anku 6 şevan li Huseyniya Îmam Xumeynî (re)li Tehranê.
Îmamê sêyemîn ê şîeyên cîhanê û hevrêyên wî hezretî yên dilsoz û emekdar roja 10ê Muherema sala 61ê hicrî li Kerbelayê şehîd bûn.