Tebax 16, 2021 21:53 Asia/Tehran
  • Hêzên ewlehiya Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dest danî ser nêzîkê tonek narkotîk

Fermandarê polîsê Sîstan û Belûçistan ê Îranê ragihand: Di operasyona komandoyên polîs de li ser riya başûr-bakurê parêzgehê, 923 kîlo û 200 gerem. tiryakê keşf kirin û dest danîn ser û li ser vê yekê çar qaçaxçiyan jî hatin girtin.

Fermandarê polîsê Sîstan û Belûçistanê serdar sertîp Ehmed Tahirî îro duşemê got: Komandoyên polîs piştî bidestxistina agahiyan derbarê bandeke qaçaxçiyên pispor duh endamên vê banda qaçaxçiyan ku dilhebûn bareke narkotîkê ji bajarên başûrê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bibin bakura vê parêzgehê û paşê bi şev ji wir  biben parêzgehên bakurê welêt girtin.

Fermandarê polîsê Sîstan û Belûçistan ê Îranê wiha gotina xwe berdewam kir ku di vê operasyonê de efserên polîsên Îranê çar qaçaxçî girtin û di tirimbîlên desteserkirî de 923 kîlo û 200 gram tiryak dîtin.

Serepeyv