Tebax 13, 2021 21:19 Asia/Tehran
  • Balyozê Brîtanyayê li Têhranê ji dewlet û gelê Îranê daxwaza lêborînê kir

Balyozê Brîtanyayê li Têhranê derbarê weşandina wêneya hevpar a wî tev Balyozê Rûsiyê ji dewlet û gelê Îranê lêborîn xwest.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Balyozê Brîtanyayê li Têhranê Sîmon Şêrklîf (Simon Shercliff) roja Pêncşemiyê li Wezareta derve ya Îranê hazir bû û tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji şaşfehmiya pêkhatî, got: Tevî rêzgirtina li Komara Îslamî ya Îranê û gelê mezin û dîroka vî welatî, ez tekezî dikim ku tu niyeteke pîs li paş vê mijarê tunebûye.

Ji aliyê din va, Lovan Cagariyan Balyozê Rûsiyê li Têhranê jî roja Pêncşemiyê jibo raberkirina şiroveyan derbarê wêneya weşandî, ji aliyê Elîreza Heqîqiyan destyarê wezîrû û rêveberê Ewrasyayê bo Wezareta derve ya Îranê hat vexwendin.

Balyozê Rûsiyê di vê hevdîtinê da got ku biryara wî ya weşandina vê wêneyê tenê bibîrxistina Yekîtiya Rûsiye û Brîtanyayê li dijî artêşa Nazî di serdema şerê cîhanî yê duyem bûye û bi tu awayî armanceke dijî Îranê li paş weşandina vê wêneyê tuneye.

Balyozxaneya Rûsiyê li Têhranê di twîtekê li pey bertekên dijî wêneyeka bi gengeşe daxwaza lêborînê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Balyozxaneya Rûsiyê li Îranê roja Pêncşemiyê di twîtekê bertek nîşanî dengvedana nerênî ya weşandina wêneyeka hevdîtina balyozên Rûsiye û Brîtanyayê da û daxwaza Lêborînê kir.

 

 

Serepeyv