Nîgeraniya Komara Îslamî ya Îranê ji gurrbûna tundiyan li Efxanistanê
Berdevkê Wezareta derve ya Îranê tevî ragihandina nîgeraniya Komara Îslamî ya Îranê ji gurrbûna tundiyan li Efxanistanê, daxwaza parastina canê kesên bêguneh û welatiyên sivîl di vê rewşê da kir.
Li gorî rapora Rêveberiya giştî ya Ragihandin û karên berdevkiyê ya Wezareta derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja Îniyê li ser serdestiya Koma Talibanê li bajarê Herata Efxanistanê, got: Divê dabînkirina ewlehiyê û tendurustiya tam a dîplomatan û cihwarên dîplomatîk bi awayekî ciddî were berçavgirtin.
Berdevkê Wezareta derve ya Îranê qala têkiliya berdewam a Wezareta derve ya Îranê digel Serkonsûlgeriya Îranê li Herata Efxanistanê û şopandina rewşa tendurustiya kedkarên wir kir.
Bajarê Herata Efxanistanê berêvara Pêncşemiyê kete bin kontrola hêzên Talibanê.